5:49:03 PM
RojavaNews: Desteya Bilind Ya Danûstandinan, êrîşên Esed yên ku roj bi roj gurtir dibin li ser deverên Sûriyê li Şam û Heleb û Idlib û Hema û Laziqiyê şermezar kirin.
Berdevkê bi navê Desteya Bilind Ya Danûstandinan Salim Elmislit, dît ku bombebarana rêjîma Esed ne tenê êrîşeke hovaneye li ser gelê Sûriyê ye, ew êrîş e li ser Pirosesa Cinêvê jî ye, û got ku divê kuştin raweste, ta ku ew dubare başdarî danustandiana bibin.
Û Almislit bi navê Desteyê, daxwaz ji civaka navdewletî kir, ku gelê Sûriyê biparêzin, û nehilin Esed helmeta xwe ya bombebarankirê bi bermîlên teqîner û dorpêçkirinê berdewam bike, û nerazîbûna xwe diyar kir derbarê lawaziya NY derbarê parastina sivîlan ji stemkariya Rêjîmê û hevalbendên wê.
Û Almislit ji Potîn xwest ku Esed ji binpêkirina rêkeftinên navdewletî rawestîne, ew rêkeftinên Rûsiya bi xwe li ser erêkiriya.
