11:54:43
Rojava News: Li derdorê gundê Kebanê di çiyayê kurdan de li gundewarê Laziqiyê yê bakur Şer û pevçûnin giran di nav Hêzên Rêjîmê û Şervanên Opozisyonê de derketin, û di encamê de 15 leşkerên Rêjîmê hatin kuştin.
Hêzên dijbereya Sûriyê di dema pevçûnên di nav her du hêzan de girtina du leşkerên Rêjîmê li deverê ragihandin,
Li hêleke din Hezên Rêjîmê bi roket û topan derdorê gundê Kebanê di çiyayê Kurdan topbaran kirin, û di encamê de malên sivîlan wêran bûn.
Şervanên Opozisyonê di vî şerê de hewl didin, hin xalin stratîjîk ji destê hêzên Rêjîmê derxînin, piştî ku Rêjîmê ew xal beriya demekê kontirol kiribûn.
