Rojava News: Balafirên şer ê Rûsî, bi tundî taxên bajarê Babê duh êvarî, li gundewarê Helebê ye rojhelat topbarna kirin, û di encamê de sê welatiyên sivîl hatin kuştin, û bi dehan birîndar ketin.
Herweha, balafirên Rêjîmê bi roketên valahî taxa Sukerî di bajarê Helebê de topbaran kirin, û di encamê de sê welatiyên sivîl hatin kuştin, û bi dehan birîndar ketin.
Di berdewamiya şer de, balafirên Rêjîmê bi tundî taxên Bistan El-Qesir di bajarê Helebê de topbaran kiirin, û di encamê de ziyanin madî heûn, bê ku agahî derbarê qurbaniyan bên.
Ji aliyê xwe ve, balafirên Rêjîmê bermîlên teqîner li ser rêya kastêlo di bajarê Helebê de avêtin, û ew rêya helebê bi gundewarê wê ve girê dide.
Li aliyeke din, Hêzên Opozisyonê tankek Yekîneyên Parastina Gel li derdorê gundê Eyn Deqnê li gundewarê Helebê yê bakur topbaran kirin, û di encamê de tîma tê de hate kuştin.
