10:19:59 PM
RojavaNews: Balyozê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê , li Almaniya Besam Elebdulah diyar kir, ku bombebarankirina bi mebest li ser jêrxana bingehîn ya bajarê Heleba rizgarkirî bi xwe ew bersivdanek rasterast e ji aliyê rêjîma Esed û hevalbenda wê Rûsiya ve, li ser piroseseya siyasî ya li Cinêvê , herwiha ew sivikatîkirina bi yasa navdewletî, û bi biryarên Encûmena Ewlekariyê ye, û tawan û binpêkirineke eşkere ye li dijî mirovayetiyê.
Elebdulah daxwaza standina helwesteke hişk li dijî her yek ji rêjîmê û Misko ji civaka navdewletî û ji dostên gelê Sûriyê kir, û herwiha daxwaza destnîşankirina binpêkerên biryaran û têkbirên pirosesa siyasî bi zelalî kir.
Li aliyek din duhî wezîrê derve yê Almaniya Firank Şitayinmayir di daxuyaniyeke rojnamevanî de got ku "raportên derbarê binpêkirina xuya û hovane ji agirbestê re bi awayekî zêde tên, , ku ew binpêkirin bi taybetî ji aliyê rêjîmê ne".
Ştayinmayir wiha jî got, ku êrîşên li dijî dezgehên sivîl û nemaze li dijî nexweşxane û pizîşk û tîmên pizîşkî dibin, ew binpêkirine ji Prensîbên bingehîn yên yasa mirovayetiya navdewletî re ye.
