Neteweyên Yekbûyî: 'Li Sûriyayê êrişî 250 nexweşxaneyan hatiye kirin'

Neteweyên Yekbûyî: 'Li Sûriyayê êrişî 250 nexweşxaneyan hatiye kirin'

 

01:01:12

 

Rojava News: Sekreterê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Ki-mun ragihand ku li Sûriyayê di 5 salên dawî de 360 êrişî navendên tenduristiyê hatiye kirin.

Ban Ki-mun di Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de axivî. Ki-mun agahiyên xwe yên ku sparte saziya sivîl ‘Physicians for Human Rights' eşkere kir ku di destpêka şerê li Sûriyayê û heta niha 360 car êrişî 250 nexweşxaneyan hatiye kirin. Herwiha di êrişan de jî 730 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane.

Niha li Sûriyayê nîvê nexweşxaneyan girtîne ango peywir nabînin. Bi milyonan welatiyên sûrî ji xizmetên tenduristiyê mehrumin. Ban Ki-mun diyar kir ku hefta ya borî li bajarê Helebê êrişî nexweşxaneya aydî Bijîşkên bê Sinor hate kirin û di encamê de bîjîşkek jî di nav de 20 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Sekreter Ban, êrişên ser navendên tenduristiyê şermezar kir û eşkere kir ku kesên êrişî nexneşxaneyan dikin sûçên şer dikin.