Rojava News: Piştî rêkeftina di navbera Amerîka û Rûsyayê de, da ku agirbest li bajarê Helebê jî vegre, îro kete warê cîbecîkirinê.
Derbarê vê mijarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerryî daxuyaniyek belavkir, tê de ragehand ku, agirbest roja pênşemê li bajarê Helebê dest pê dike, lê tevî wê yekê jî şer hê berdewam e.
Kerry tekezî li ser pabendbûna her du aliyên şer ji agirbestê re û girinya wê kir, amaje bi wê yekê kir ku, pêwîste bandora Rûsyayê li ser Esed hebe daku, şer rawestîne.
Di demê 13ê rojan de, şer û pevçûn di navbera rejîma Sûriyê û Opozîsyona wî welatî de berdewam bû, di encam de li gor Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan 275 kes hatin kuştin.
