21:26:08
Rojava News: Li bajarokê Sarmada ya Idlîbê li dijî wargeha penaberan êrişek hewayî pêk hat û di encamê de 60 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ku navenda wê li Londonê ye, balafirên şer yên rejîma Sûriyê wargeha penaberan ya li bajarokê Sarmada ku girêdayî Idlîbê ye û 30 kîlometreyan dikeve rojavayê Helebê, bombebaran pêk anîye. Li gorî zanyariyên SOHR’ê di encama bombebaranê de piraniya wan jin û zarok 60 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûne
Ji hêla din ve DYA’yê li ser vê bûyerê peyamek belav kir û êriş şermezar kir.
