RojavaNews: Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyonê Ehmed Cerba biryara serokê Hikûmeta Demkî betal kir û ew weke
serpêçiyekê li dijî maddeya 31 ji peyrewa bingehî ya Hevpeymaniyê hejmart, lê hinek çavkaniyên nêzîkî Hevpeymaniyê tekez
dikiin ku Cerba dê hewil bide ku di civîna Desteya Giştî ya Hevpeymaniyê de bawerî ji serokê hikûmeta demkî bê vekişandin.
Piştî biryara Tohma, Encûmena Leşkerî ragihjand ku biryara serokê hikûmetê şaşîtiyeke yasayî mezin e û divê ku ew li ser bê
sizadan û ji Hevpeymaniya opozisyonê xwest ku tevdîra yasayî ya guncav li dijî Tohma derbarê vê biryara wî ya ne berpirsyarane bistîne.
