4:22:19 PM
RojavaNews: Îro Roja Şemiyê balefirên şer yên Hevpeymaniya Navdewletî êrîşî pêgihên DAIŞê li Bakurê Sûriyê kirin û di encamde 48 terorîstên DAIŞê mirin.
Balafirên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî, ku ji F-16 û A-10an pêk dihatin operasyona asmanî birin ser pêgihên DAIŞê yên li bakurê Sûriyê 48 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.
Hevpeymaniyê êrîşên asmanî birin ser embarên çekan û pêgihên DAIŞê , li gor agahiyan 44 endamên DAIŞê hatin kuştin.
Hat destnîşankirin ku piştî nîvro balafirên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî êrîşî li herêma Qerakopriyê û di encamê da 4 endamên DAEŞê hatin kuştin.
