10:56:34
Rojava News: Li bajarê Helebê yê Sûriyê 13 şêwirmendên serbazî yên îranî hatin kuştin û 21 jî birîndar bûn.
Berpirsê pêwendiyên giştî yê spaya mazenderan ya spaya pasdarên Îranê Hisên Elî Rizayî piştrast kir ku li gundê Xan Toman ê ser bi Helebê ve 13 endamên wê spayê hatine kuştin û 21 jî brîndar bûne.
Tevî ku hinek ajans behsa kuştina 50 endamên spaya pasdaran di dû rojên derbasbûyî de li Helebê dikin, lê berpirsê pêwendyên spaya Mazenderan ragihand spaya pasdaran 34 qurbanî di wî şerî de hene ku 13 kuştî û 21 brîndarin.
Spaya pasdaran ji medayê û çalakvanên torên civakî xwast ku ji bo parastina aramiya civakê, nûçeyên kuştina endamên spaya pasdaran di Sûriyê de belav nekin.
