Kerry û Lavrov rewşa Sûriyê nirxandin

Kerry û Lavrov rewşa Sûriyê nirxandin

Rojava News: Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry û Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov bi rêya telefonê çend pirsên girîng nirxandin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de ragihand ku, tevî nakokiyên di navbera Washington û Moskowyê, Kerry û Lavrov nêrînên xwe ji hev re zelal kirin û rewşa Okraynayê nirxandin.

Herdu aliyan pêşhatên dawî û nû derbarê Okranyayê û egerên destpêkirina gera çaremîn ji danûstandinên di navbera wî welatî û hêzên cudaxwaz, gotûbêj kirin.

Li gorî heman daxuyaniyê, Lavrov ligel Kerry derbarê pêşhatên dawî yên Sûriyê gotûnêj kir, bi taybetî li ser civînên Moskowyê yên ku biryar e di navbera hikûmet û dijbereya Sûriyê de, di dawiya vê mehê de werin pêk anîn.

Ji bilî cudahiya di navbera herdu aliyan de li ser pirsên krîza Okranya û Sûriyê, di dema borî de nakokî di navbera herdu aliyan de li ser Felistînê derket, dema ku Rûsya deng da piroje biryara Felistînê li Encumena Ewlehiyê, lê Amerîka li dijî wê rawestiya.