12:30:00
Rojava News: Şervanên Ceyş El-fetih yên Oopzisyona Sûrî, êrîşek Hêzên Rêjmê li ser bajarokê Xan toman li gundewarê Helebê yê başûr şikand, piştî şer û pevûçnin giran di nav wan û Hêzen Rêjîmê de, û di encamê de bi dehan leşkerên Rêjîmê hatin kuştin, birîndar ketin.
Ji aliyê xwe ve, balafirên şer ê rûsi bi dehên êrîşên asîmanî kişandin li ser bajarokê Xan Toman, û gundên derdorê, ta alîkariya Hêzên Rêjîmê dijî Ceyş El-Fetih bikin.
Di heman mijarî de, Hêzên Rêjîmê bi avêjerên roketan û topa giran bajarokê Xan Toman û gundê Xalidiyê topbaran kirin, û di encamê de malên sivîlan wêran bûn.
Herweha, balafirên şêr Hevpeymana navwelatî bargehên Daişê di gundê Cekê de li gundewarê Helebê yê başûr topbaran kirin, bê ku agahî derbarê ziyanên canî bên.
