Rûsya 28 dijberên Sûriyê vexwendî civînekê dike

Rûsya 28 dijberên Sûriyê vexwendî civînekê dike

 

Rojava News: Hikûmeta Rûsya wek amadekariyekê ji bo danûstandina çaverêkirî ya ligel Hikûmeta Sûriyê, 28 dijberên rejîma Sûriyê vexwendî civînekê dike.


Li gor zanyariyên ku belav bûne, di nava wan 28 kesên ku Moskovyê ew vexwendine, Serokê niha yê Hevpeymaniya Niştimanî ya Dijbereya Sûriyê Hadî Elbehra û hin kesatiyên ku li nav Sûriyê dijîn wek Hesen Ebdilezîm, Arif Delîle û Fatih Camûs jî hene.

Herwiha hat gotin ku serokê berê yê hevpeymaniyê Muaz Elxetîb û serokê berê yê Encumena Niştimanî ya Sûriyê Ebdilbasit Seyda û Cîgirê berê yê Serokwezîrê Sûriyê Qedirî Cemîl jî ji bo civîna Moskovyê hatine vexwendin.

Her derbarê civînên Moskowyê de, serokê berê yê Hevpeymaniya dijbereyê Muaz Elxetîb daxuyaniyeke koma xwe ya bi navê Sûriya Elweten li ser rûpela xwe ya Facebookê belav kiriye û tê de tê gotin:

“Pêwîst e Esed di çarçoveya her çareseriyeke siyasî de dest ji desthilatê berde û serkeftina her pilaneke aştiyê bi derketina Beşar Esed ji desthilatê ve girêdayî ye.”