Rêjîma Esed Nexweşxaneyeke Din Li gundewarê Helebê Bombebaran Dike

Rêjîma Esed Nexweşxaneyeke Din Li gundewarê Helebê Bombebaran Dike

4:23:15 PM

RojavaNews: Duh roja Yekşemê Rêjîma Sûriyê nexweşxaneya "Biyotî" ya meydanî, ku ji aliyê rêxistina "pizîşkên bêsînor" tê çavdêrîkirin li bajarokê kefernaha li gundewarê rojavayê Helebê, ji aliyê firokên şer yên rêjîma Esed ve hat bombebarankirin, ku têde sê ambulans hatin şewitandin û hin ziyan li avahiya wê bûn.

û Parastina Sivîl di daxuyaniyeke xwe de got, ku "firokên şer derdora navenda bajarê Atarib, bi mûşekên deng bombebaran kirin", û tu ziyanên ciyanî çênebûn , têzanîn ku ev cara duyeme navand bi vî şêweyê tê bombebaran kirin.  

Hêjayê gotinê ye ku firokên şer di 27'ê Nîsana bûrî de, nexweşxaneya "Elqudis" li taxa Elsikerî li bajarê Helebê ku ewjî ser bi rêxistina "pizîşkên bêsînor" e bombebaran kiribû, û bû egerê kuştina 50 kesî, di çarçovê oparisyonên esmanî de ji aliyê firokên şer yên Rûsiya û rêjîmê li ser taxên bajêr, her ji 20'ê nîsana 2016an ve.