Rojava News: Çedarên DAIŞê rêya sereke di navbera bajarê Himsê û Tedmûrê nêzîkî firokxaneya El-Teyfor girt.
Derbarê girtina wê rêya sereke Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan daxuyaniyek belav kir, tê de tekez kir ku, piştî kontirokirina bajarê Tedmûrê yê dîrokî ji aliyê rejîma Sûriyê ve çekdarên DAIŞê rêya serke ya di navbera bajarê Himsê û Tedmûrê de girt.
Rewangehê da zanîn ku, ew rêya ku, DAIŞê girtî nêzîkî firokxaneya El-Teyfûr ya leşkerî bû, aşkere kir ku, şereke dijwar di navbera leşkerên rejîma Sûriyê û çekdarên DAIŞê de li derdora bajarê Tedmûrê çêbû, li gor rewangehê heta niha şerûpevçûn berdewamin.
Di dema salekê zêdetir de, bajarê dîrokê yê Tedmûrê ji aliyê DAIŞê ve kontirolkirîbû, di 27ê Adara borî rejîma Sûriyê ew bajar ji destê DAIŞê derxist.
