Rojava News: Rusyayê ji bo tunekirina grubên opozîsyona Sûriyê planek daniyê û bi vê armancê jî sê hezar leşkerên Îranê berê xwe didin Şamê.
Rusyayê ji bo tunekirina grubên opozîsyona Sûriyê planek daniyê û bi vê armancê jî sê hezar leşkerên Îranê berê xwe didin Şamê.
Serokê şanda danûstandina opozîsyona Sûriyê ya Cenevreyê Esed Zûibî ji kanal El-Hedesê re ragehand, aliyên vaşartî yê vê planê ji keseke nav rejîma Sûriyê geheştiye berdestê wan.
Li gor planê, hêzekê Rusyayê ber bi binkeya Hûmeymîm ku nêzîk bajarê Helebe li bakûrê rojavayê Sûriyê ye ve diçe, ku li dijî hêzên opozîsyona Sûriyê şer bikin.
Esed Zûibî amaje bi vê yekê kir, hêzên Îranê, ku milîsên Hizbulaha Lûbnanê jî digre navxwe, li bakûrê navçeya Xutey rojhilat li derdora paytext Şamê wê bêne bicîh kirin û li wan navçeyene wê şerê dijî opozîsyonê bikin.
Ji destpêka şer ê navxweyî yê Sûriyê, ku di meha adara 2011ê de di navbera opozîsyona Sûriyê û rejîmê de destpê kir, bu sedema 300 hezar hemwelatiyên Sûrî bên kuştin û nêzîk 5 milyon mirov jî penaber bibin.
