12:01:06
Rojava News: Berpirsekî berê yê Supaya Pasdarên Îranê ragihand, wan herî kêm 1200 şerker û leşkerên xwe yên bi gotina wî Eniya Berxwedanê li Sûriyê ji dest dane.
Li gor nûçeya ajansa nîvfermî ya ISNA ya Îranê, Alîkarê Berê yê Fermandeyê Supaya Mazenderanê Êynullah Tebrîzî ragihand, ku di şer û pevçûnên wan 4 salên dawî yên li Sûriyê de, herî kêm 1 hezar û 200 şerker û leşkerên wan hatine kuştine.
Êynullah Tebrîzî ew zanyarî di axavtina xwe ya roja duşemiya vê hefteyê 9ê Gulanê li bajarê Sarî de aşkere kiriye.
Tebrîzî hebûna hêzên Îranê di nav axa Sûriyê de piştrast kir û ragihand, ku ew weke Şîe bi mebesta parastina gor û herema Hz. Zeyneb li Sûriyê amade bûne.
Tebrîzî herwiha got, ku amadebûna hêzên Îranê û alîgirên wê li Sûriyê dibe sedema rêgirtin ji dagîrkirina Sûriyê û Iraqê.
Alîkarê Berê Fermandeyê Supaya Mazenderanê amaje bi wê çendê nekir, ku çend kes ji wan şerkeran xelkê Îranê, Afxanistanê û Pakistanê ne.
Jibilî hêzên Supaya Pasdaran, Îranê hêzek din ji welatiyên Afxanî û Pakistanî yên ku li Îranê dijîn, pêk aniye û bo piştevaniya Hikûmeta Sûriyê şandiye wî welatî.
Herwiha hêzeke şîeyên Iraqê û milîsên Hizbullah a Lubnanê jî wek hêzên alîgirên Îranê bo piştevaniya Hikûmeta Sûriyê şerê komên çekdarî yên li Sûriyê dikin.
Îran, ji hêzên xwe û hevpeyman û alîgirên xwe re yên ku li Sûriyê şer dikin, dibêje; Eniya Berxwedanê.
