Balafirên şer li El Nusrayê dan: 16 kuştî!

Balafirên şer li El Nusrayê dan: 16 kuştî!

11:50:45

 

Rojava News: Di encama bombebarana balafirên şer de, 16 fermandeyên rêxistina îslamî ya radîkal a bi navê El Nusra, baskê El Qaîdê li Sûriyê, hatin kuştin.

Saziya Çavdêra Mafên Mirov li Sûriyê, ku navenda wê Londonê ye û nêzîkî Artêşa Azad a Sûriyê ye, ragihand, şeva borî balafirên şer êrişî civîneke komek fermandeyên El Nusrayê li devera Ebû Zihûr li nêzîkî bajarê Idlibê yê Sûriyê kirin.

Li gorî agaiyên wê saziyê, di encama wê êrişê de ku nayê zanîn ji aliyê Sûriyê yan jî Rûsyayê ve hatiye kirin, 16 mezinên El Nusra hatin kuştin.

Derbarê kuştina wan serkrdeyên Cebhet El-Nûsrayê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan daxuyaniyek belav kir, tê de wiha gotibû: "Şeva borî di encama bombebarankirina bingeha Ebo Zihûr  ku dikeve rojhelatê Idlibê 16e serkirdeyên Cebhet El-Nûsrayê hatin kuştin."