11:59:22
Rojava News: Hat ragihandin ku Artêşa Sûriyeyê li Dêra Zorê ya di destê terorîstên DAIŞê de ye, derbeyeke mezin li DAIŞê da û êrişên ji aliyê terorîstan hatin pêkanîn jî têk birin.
Artêşa Sûriyeyê êrîşa xwe di demeke wiha dê pêk anî ku terorîstên DAIŞê li Dêra Zorê amadekariya êrişan dikir û di encamê de 10 terorîst hatin kuştin.
Her wiha hatibû ragihandin ku Artêşa Sûriyeyê bi alîkariya hêzên Rûsî yên hewayî dê li ser Raqa û Dêra Zorê operasyonekê berfireh pêk bînin.
Hat ragihandin ku, elçîyê Rusyayê ye NYyê ye ofîsa Cenevreyê Aleksey Borodavkin gotibû piştî ku Palmira hat rizgar kirin, plana operasyona Raqeyê û Dêra Zorê tê kirin.
