Hêzên Artêşa Tirkiyê li bakurê Helebê operasyon lidarxist!

Hêzên Artêşa Tirkiyê li bakurê Helebê operasyon lidarxist!

12:37:34

 

Rojava News: Sererkaniya Giştî ya Tirkiyeyê daxuyand ku herêmmên bakurê Helebê li dij DAIŞê operasyon li darxistine û di encamê de 27 DAIŞî kuştine.

Hêzên Artêşa Tirkiyê li bakurê Helebê li dij terorîstên DAIŞê operasyonek lidarxistin û hûrgiliyên operasyonê di malpera xwe ya fermî de daxuyand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku operasyon bi alîkariya balafirên şer yên koalîsyonê  û bi avêtina topên obus hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku 7 sengerên DAIŞê hatin rûxandin û 27 terorîst hatin kuştin.

Hate ragihandin ku di encamê de herêmên bi navên Faydiyuah Şeyh Rih û Tel Hişn ji destên terorîstan hatin rizgarkirin.