Dijbereya Sûriyê însiyatîfa Moskowyê gotûbêj dike

Dijbereya Sûriyê însiyatîfa Moskowyê gotûbêj dike

Rojava News: Hevpeymaniya Niştîmanî ya Dijbereya Sûriyê wê di civîna xwe ya îro de însiyatîfa Moskowayê ji bo destpêkirina danûstandinên di navbera dijbere û Hikûmeta Sûriyê de gotûbêj bike.

Hevpeymaniya dijbereyê ku duh dest bi civînên xwe li Stenbolê kir, rexne li însiyatîfa Moskowayê û mîkanîzma vexwendina nûnerên dijbereyê dike û dibêje, ew însiyatîf nezlel e û pêwîst e aliyên ku nûneratiya gelê Sûriyê dikin bên vexwendin.

Di civîna duh ya hevpeymaniya dijbereyê de, rewşa siyasî û meydanî li Sûriyê hat gotûbêjkirin.

Biryar e di civînên hevpeymaniyê de ku wê 3 rojan berdewam bikin, serokê, desteya serokatiyê û desteya siyasî ya hevpeymaniyê werin hilbijartin.

Ji bo serokatiya hevpeymaniyê, navên 2 kesatiyan tê gotin ku ew jî Mîşêl Kîlo û Riyaz Hicab e. Lê hevpeymaniyê bi xwe ti nav ranegihandine.