18e hezar Sûrî lebatên laşên xwe firotin e!

18e hezar Sûrî lebatên laşên xwe firotin e!

Rojava News: Li gor raportekê hat tespîtkirin ku di nava 4 salên dawiyê yên aloziya Sûriyeyê de, 18 hezar koçberên Sûriyeyê ku li cîhanê belav bûne, lebatên (perçeyên) laşê xwe firotine.

Li gorî lêkolîneke malpera newsdeeply di nav 4 salên dawiyê yên aloziya Sûriyeyê de 18 hezar koçberên Sûriyeyê ku li cîhanê belav bune, endamên bedena xwe firotine.

Di heyama 4 salên borî de 18e hezar welatiyên Sûriyê lebatên  ji laşên xwe firotin e.

Li gor rapora malpera "newsdeeply" ku, bi arîkariya "international mediasuppor" hatiye amade kirin û li ser zarê Serokê Beşa pizîşkiya Dadwerî ya zangkoya Şamê Hisên Nofel aşkere kirî ku, piraniya wan niştegeriyan û emilyatan li kampên penaberan li Libnan û Tirkiyê, herwiha welatên derdora Sûriyê hatine çêkirin.

Li gor Nofel 20 hezar emelyatên jêvekirina lebatan ji laş ji destpêka kirîza Sûriyê hatine çêkirin.

Ji aliyê xwe rojnameya El-Heyat di hejmara xwe ya 16ê vê mehê de ragehandibû ku, nirxê firotina lebatên  laşen ji welatekî ta welateke din cudaye, li gor rojnameyê nirxê firotina Gurçikekê li Tirkiyê bi 10 hezar dolarên Amerîkî ye, lê li Iraqê bi yek hezar dolar e, herwiha li Sûriyê û Libnan bi sê hezar dolar tê firotin.

Li gor Serokê Beşê pizîşka Dadwerî ya zangkoya Şamê Hisên Nofel ne tenê Gurçik têne firotin, lê pişk ango sîpelk û reşika çav jî tê firotin ku, buhayê wê dighe 7 hezar û 500 dolarên Amrîkî.

Li gor çivaknasan diyardeya firotina lebatên laş ji nebûna derfetên kar û têkçûna rewşa aborî belavbûye.