Sûriye: 522 caran agirbest hatiye binpêkirin

Sûriye: 522 caran agirbest hatiye binpêkirin

12:58:53

 

Rojava News: Hêzên hikûmeta Sûriyê êrîşî ser bajarê Resten kirin û 13 kes j malbatekê hatin kuştin. Navenda çavdêrîkirinê ya Rûsî ragihand ku di 24 demjimêrên derbasbûyî de 10 caran agirbest hatiye binpêkirin.

 

Duh roja Çarşemê balafirên hikûmeta Sûriyê êrîşî ser bajarê Resten ê girêdayê Humisê kirin û di encamê de zêdetirî 15 kesan hatin kuştin, ku bi tenê ji malbatekê 13 kes hatin kuştin.

 

Ji aliyê xwe ve jî, Navenda çavdêrîkirina Rûsî ya agirbesta li Sûriyê, ku baregeha wê ya sereke li balafirxaneya Himêmîm a Laziqiyê ye, daxuyaniyeke nivîskî belavkir û têde ragihand ku di 24 demjimêrên derbasbûyî de, 10 caran agirbest ji aliyê hêzên Îslamî û yên dijbereya Sûriyê ve hatiye binpêkirin, ew jî li Şamê û Helebê.

 

Li gor wê navenda Rûsî, ji destpêka bicihkirina agirbestê û heya niha 522 caran agirbest hatiye binpêkirin û ev yek jî anî ziman, ku balafirên Rûsî 38 Ton alîkarî ku ji xwarin û dermanan pêk tê, gihandiye nav bajarê Dêrazorê, ku ji aliyê DAIŞê ve hatiye dorpêçkirin.