Mosko êrîşên hevbeş ligel Waşintonê li Sûriyê pêşniyar dike

Mosko êrîşên hevbeş ligel Waşintonê li Sûriyê pêşniyar dike

2:46:48 PM

RojavaNews: Wezîrê berevaniyê yê Rûsî Sêrgêy Şoygu duh Înê raghand, ku welatê wî pêkanîna êrîşên hevbeş dijî girûpên, ku agirbestê na şopînin mîna Nusra û yên din, pêşniyarî Emerîka û hevpeymaniyê kiriye.

Rûsya herweha pêşniyar kiriye, ku ew êrîş karwanên çekan, ên ji Tirkiyê derbasî Sûriyê dibin armanc bikin.

 Şoygu got, ku ev pêşniyar hatiye piştî hevrêzkariya li gel rêjîma Sûriyê ,û ew bi pisporên Emerîkî re li paytexta Urdunê hatine gotûbêjkirin û tekez kir, ku Rûya mafê xwe yê êrîşkirina grûpên, ku agirbestê na şopînin diparêze.