Rojava News: Li du bajarên Sûriyeyê li Tartus û Lezqiyeyê 7 êrişên bombeyi pêk hatin. Piştî êrişan derheqê kuştî û birîndaran de hê agahî nehatiye dayîn.
Li du bajarên Sûriyeyê li Tartus û Lezqiyeyê 7 êrişên bombeyi pêk hatin. Piştî êrişan derheqê kuştî û birîndaran de hê agahî nehatiye dayîn. Li gorî Komeleya Çavdêr a Mafên Mirovan li Sûriyeyê, li bajarê Tartusê 3 teqîn pêk hatin.
Her wiha beriya teqîna Tartusê li navçeya Cebele ya bajarê Lezqiyeyê li rawestgeha otobusan du teqîn pêk hatin.
Li gorî zanyariyên berdest di teqînên her du herêman de jî kuştî û birîndar çebûne.
Televîzyona İkbariye ku nêzî hikumeta Sûriyeyê ragihand ku li navçeya Celebe ya Lezqiyeyê sê teqîn rû dan û ev êriş wekî êrişên terorîstî bi nav kirin. Di teqîna Cebele ya Lezqiyeyê de hat ragihandin ku nexweşxane hedef hatiye girtin.
Wezareta Karê Hundir a Sûriyeyê ji SANA re ragihand ku di encama van êrîşan de 45 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kesên din jî birîndar bûn. wezaretê destnîşan kir ku rewşa gelek birîndaran giran e. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan jî ev agahî piştast kir.
