Operasyona Reqayê: Herî kêm 22 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Operasyona Reqayê: Herî kêm 22 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Rojava News: Operasyona azadkirina herêma Reqayê ya Sûriyê bi pêşengtiya şervanên YPGê didome. Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov jî ragihand, di roja yekemîn a operasyonê de herî kêm 22 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

 

Hêzên Sûriyê ya Demokratîk(HSD), ku piraniya wan şervanên YPGê ne, duh (24ê Gulanê) bi piştevaniya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî, operasyona rizgarkirina bakûrê Reqayê destpê kir.

 

Derbarê amarên destpêkê yên operasyona rizgarkirina bakûrê Reqayê de, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova ragihand, termê 22 çekdarên DAIŞê duh gihîştin nexweşxaneya bajarê Reqayê.

 

Li gor Rewangehê, ew çekdarên DAIŞê li navçeya El-Hîşe li bakûrê Reqayê hatine kuştin. El-Hîşê 40 km dûrî Reqayê ye.

 

Bajarê Reqayê havîna 2014ê ketibû destê DAIŞê û wek paytexta DAIŞê li Sûriyê tê binavkirin.

 

Tê gotin ku bi dehan pisporên leşkerî û serbazên Amerîka jî tevlî operasyona Reqayê bûne