Doktorên DAIŞê dê tenê sê salan bixwînin!

Doktorên DAIŞê dê tenê sê salan bixwînin!

Rojava News: Rêxistina DAIŞê li bajarê Reqayê yê Sûriyê ku wek “wilayetek” ji “Dewleta Îslamî” ya wê rêxistinê ye, kolêja (fakulte) pijîşkiyê vedike û di heyama sê salan de bawernameya pijîşkiyê dide!

Çalakvanên Sûriyê dibêjin, DAIŞê li wilayeta Reqayê li bakurê Sûriyê, hinek belavok belav kiriye ku tê de behsa vekirina kolêja pijîşkî û çawaniya wergirtina xwendekaran tê kirin.

Li gorî saloxên wan çalakvanan, di wan belavokan de ji aliyê “Dîwana Tenduristiyê” ya DAIŞê ve hatine belavkirin, hatiye gotin ku ew xwendekarên ku di wê kolêjê de bixwînin dê di nav sê salan de bawernameya xwe bistînin û bibin pijîşk!

Her wiha mercên wergirtina xwendekaran jî hatiye ziman û hatiye gotin ku divê temenê wan ji 18 salan kêmtir û ji 30 salan zêdetir nebe û gişt numreyên wan ên qonaxa lîseyê ji %80î kêmtir nebe.

Li gorî wan belavokan, yên ku dixwazin bixwînin divê di nav mehekê de serlêdanê bikin û navên xwe bidin nivîsandin.

Di sîstema xwendina Sûriyê de, xwendekarên pijîşkiyê 6 salan dixwînin.