Desteya Bilind a dijbereya Sûriyê li Siûdiyê dicive

Desteya Bilind a dijbereya Sûriyê li Siûdiyê dicive

12:38:27

 

Rojava News: Desteya Bilind a Danûstandinan a Opzîsyona Sûriyê bi armanca standina beriyara beşdarbûn di gera bê ya danûstandinên Cenêvê û gotûbêjkirina rewşa Siasyî û leşkerî li Erebistana Siûdiyê dicive.

 

Biryare îro, Desteya Bilind a Danûstandinan a Opzîsyona Sûriyê derbarê beşdarbûna wan di gera bê de ya danûstandinan ku, çaverêye di meha Remezanê de werin kirin li Erebistana Siûdiyê bicive.

 

Endamê civînê Berdevkî Desteya Bilind a Danûstandinên Opzîsyona Sûriyê Riyad Nasan Axa ji rojnameya Şerq El-Ewsed re wiha got: "Vexwendina Nûnerê Neteweyên Yekbûyî taybet bo Sûriyê Staffan De Mistura bo beşdarîkirina di danûstandinên proseya aşitê li Sûriyê dê were gotûbêjkirin."

 

Nasan Axa diyar kir ku, Rewşa siyasî, leşkerî û agirbesta li Sûriyê jî wê babetên sereke yên civînê bin.