NY: Di 5 salan de 283 hezar kes li Sûriyê hatine kuştin!

NY: Di 5 salan de 283 hezar kes li Sûriyê hatine kuştin!

09:03:59

 

Rojava News: Komîsyona Mafê Mirovan a Neteweyê Yekbûyî (NY) ya li Cenevrê, raporta nû ya çavdêrên mafên mirovan a li ser Suriyeyê bi awayekî nivîskî eşkere kir.

Di raportê de tê dîyar kirin ku li Suriyeyê di 5 salên dawî de 283 hezar kesan jiyana xwe ji dest daye. Ji vana 81 hezar û 436 kes sivîl in, 10 hezar û 40 kes zarok, 9 hezar û 106 kes jin in.

Ji kesên hatine kuştin 48 hezar û 568 kes endamên komên terorîstan û muxalefetê, 47 hezar û 95 kes jî kesên ji derve hatine Suriyeyê û tevlî komên terorîst bûne.

Her wiha 56 hezar û 609 kes leşkerên rejîmê û yên din jî kesên ku ji bo rejîmê şer dikin in. Hat gotin ku ev dane yên heta dawiya meha adara 2016'an e.