Netewên Yekbûyî : Rêjîma Esed Nehêle Alîkariyên Mirovî bighin Deverên dûrpêçkirî

Netewên Yekbûyî : Rêjîma Esed Nehêle Alîkariyên Mirovî bighin Deverên dûrpêçkirî

3:01:02 PM

RojavaNews: Berpirsekî di Netewên Yekbûyî de rêjîma Esed tuhmetbar kir, ku nehêle karwanên alîkariyan derbasî 21 deverên dorpêçkirî bibe, û ji Rêjîmê xwest ku destwerdanê di gihandina alîkariyên xwarinê û yên pizîjkî ji sivîlên dorpêçkirî re li deverên dorpêçkirî neke.

Wekîlê Emîndarê Giştî yê Netewên Yekbûyî Stîvan Obrayn di vegotineke xwe de ji Encûmena Ewlekariyê re weha got:" berdewamiya bikaranîna dorpêçkirin û birçîkirinê wek çekekî di cengê de, karekî cihê dilgiraniyê ye", her weha cîgirê serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê Miwefeq Nêrebiye, di daxuyaniyek berê de gotibû ku nehêlana hêzên Esed ji derbasbûna karwanên mirovahî re bo deverên dorpêçkirî" tawaneke cengê ya ji qestî ye".

Obrayn da xuyakirin ku Netewê Yekbûyî daxwaza şandina alîkariyan ji bo 35 deverên dorpêçkirî û yên ku gihandina wan dijware li Sûriyê di vê heyva gulanê de kiriye, lê Rêjîmê erê nekir ji bilî ku alîkarî bi tekûzî derbasbin 14 deveran ji wan, û derbasbûna bi şêweyekî ne tekûz ji 8 deverên din re, û bal kişand ser destdanîna li ser alîkariyên pizîjkî yên giring di karwanên alîkariyan de.

Obrayn weha jî got:" li gor nûtirîn agahiyan, em texmîn dikin ku 592700 kes li deverin dorpêçkirî dijîn" û da xuyakirin ku pirên wan deveran di bin dorpêça hêzên Esed de ne.