Opozisyona Sûriyê Hişyariyê Dide Hevpeymaniyê der barê Piştgiriya Wê Ji PYD re ya bi Rêjîmê Ve girêdayî

Opozisyona Sûriyê Hişyariyê Dide Hevpeymaniyê der barê Piştgiriya Wê Ji PYD re ya bi Rêjîmê Ve girêdayî

5:07:04 PM

RojavaNews: Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê, daxwaz ji serkirdayetiya Hevpeymaniya Navdewletî kir, ku bi cidiyet danûstandinê bi tevahiya pêkhateyên artêşa azad re bike, yên ku amadebûna xwe radighînin ji bo beşdarbûnê di rizgarkirina bajarê Reqayê û rûberûbûna rêxistina DAIŞê  de, û dixwazin piştgiriya wan bi çekan û Piştgiriya asîmanî bike .

Hevpeymaniyê di daxuyaniyeke xwe got ku"çi hêzek xwecihî yan derveyî  hewla derfetgirtina duruşma dijatiya terorê dike, ji bo cîbecîkirina armancin taybet, û ne ji bo cîbecîkirina hêvî û daxwazên gelê Sûriyê ne ", û hişyarî da der barê berdewamiya şêweyê karê niha, yê ku tenê piştgiriya dide aliyekî tenê, yê girêdayî bi rêjîma Esed a terrorist û hevpeymanên wê ve, û tewan der mafê Sûriyan kirine, û raporên navdewletî yên bêlayen pê derketine , tê de tekez dikin ku wî Kiryarin kirine ku digihêjin asata tewanên cengê.

Herwiha Hevpeymaniyê hişyarî da der barê çêbûna tewanin zêdetir, ji ber ku operasyonên Hevpeymaniyê tên bikaranîn ji bo cîbecîkirina armancan ku di kevin bercewendiya taybet ya çekdarên PYD, û ev armanc nakokin bi tiştên ku Sûriyan bi tevahî li ser erê kirine.

Opozisyonê  daxwaz ji Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya  Amerîka kir,ku garantiyên diyar bide, û di riya wan re bi şêweyek rasteqîne vegera derbideran ji bo gund û bajarên wan hebe, û bi karînkirina wan ji bo bi rêvebirina karûbarên xwe, di riya encumanên rêvebiriya xwecihî re, yên ku ji aliyê wan de hatine helbijartin, bêyî ti destêwerdana leşkerî an jî ewlekarî ji çi aliyekî.