Rojava News: Balafirên şer ê Rûsî, bi tundî bajar û bajarokên gundewarê Helebê topbaran kirin,û bi taybet bajarê Hirêtan û di encamê de hejmarek jin û zarok hatin kuştin.
Herweha, balafirên Rûsî bi roketên valahî taxên bajarê KeferHumre li gundewarê Helebê yê bakur topbaran kirin, û di encamê de hejmarek welatiyên sivîl birîndar ketin.
Ji aliyeke din ve balafirên Rûsî bi tundî taxên bajarokê Maeret El-Ertîq li gundewarê Helebê topbaran kirin, bê ku agahî derbarê qurbaniyan bên.
Di berdewamiya şer de, balafirên Rûsî bi tundî rêya Kastêlo li gundewarê Helebê topbaran kirin, di heman dema ku Hêzên Rêjîmê dever topbaran kirin.
