Birêtaniya: Esed Birçîbûnê Wek Çekê Şer Bikar Tîne û Pêwîst e bar bike

Birêtaniya: Esed Birçîbûnê Wek Çekê Şer Bikar Tîne û Pêwîst e bar bike

3:34:03 PM

RojavaNews: Wezîrê derve yê Birêtaniya , Fîlîp Hamond duhî li Kiwêt û di kongirekê rojnamevanî de, tekez kir ku "nabe Esed bibe beşek ji çareseriyê", û got ku " Esed bi tenê dikare çareseriyekê pêşkêş bike ew jî bi pêşkêşkirina destjikar kêşana xwe".

Ku îro li aliyek din, şanderê Birêtaniya yê taybet bo karubarê Sûriyê Garîs Bayilî, di daxuyaniyekê de, tekez kir ku Esed birçîbûnê wek çekê şer bikar tîne, û got ku "rêjîma esed rê digire li pêş gehandina karwanên alîkariyê, û dirabe bi rakirina pêdawîstiyên pizîşkî ji nav barên alîkariya, û rê digire li pêş derbasbûna pizîşk û perstyaran û herwiha red dike veguhestina kesên nesax yên pêwîstîdar bi çavdêriya pizîşkî".

Herwiha got ku " rêjîma esed bêhtirîn car derbeskirina alîkariyên mirovî bo piraniya navçeyên dorpêçkirî ji aliyê wê bi yekcarî red dike".

Û Bayilî got: "ku hêjî avêtina alîkariyan bi rêka firokan bo sercem navçeyên dorpêçkirî take bijardeyê û ew domahîk bijardeye, ku ev rêk ya gelekî zehmet û biha û aloze bo gehandina alîkariyan, lê pêwîst e ku em bapend bin bi vê yekê û Birêtaniya amadeye bo pêkanîna vê yekê".