Di şerê rejim û dijbereyê de bi dahan kuştî!

Di şerê rejim û dijbereyê de bi dahan kuştî!

13:03:18

 

Rojava News: Şer û pevçûnên di navbera hêzên rêjîmê û komên çekdarê Dijbereyê li gundên Helebê qewimî, îro jî didome, bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dane.

Komên Çekdarî yê bi ser dijbereya Sûriyê cihê dibin kontrola rejmê de gundewarê Helebê bombarandikin,. Ji ber topbaranê gelek ziyana madî di mal û milkên welatiyan de çêbûye. Di encama topbaranê de jinek û zaroka jî di navde 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, her wiha bi dehan sivîl birîndar bûn.

Herweha balafirên şer ên Rêjîmê jî herêmên di bin kontrola çekdarên dijbereyê de bombebaran dike.  Balafirên rêjîmê taxên Kelasê, Benî Zêd, Kastîlo, Bustan Başa, Hulik, Çerxeriya El-Saxûr, Çerxeriya El-Qemer, Bustan El-Qeser, Şêx Faris û Heyderiyê hedef giritin. Di encamê de gelek sivîl birîndar bûn, lê hejmara wan ne hate zanîn.