Serokê nû yê Îtîlafa Sûriyê hat hilbijartin

Serokê nû yê Îtîlafa Sûriyê hat hilbijartin

Rojava News: Desteya Giştî ya Hevpeymaniya Niştimanî ya Dijbereya Sûriyê (Îtîlaf) Dr. Xalid Xoce li şûna Hadî el-Behra wek Serokê Îtîlafê hilbijart.

Ev çend roj in ku civînên Hevpeymaniya Niştimanî ya Dijbereya Sûriyê li Stenbolê didomin û warê rêxistinî û siyasî gotûbêj dikin.

Hat ragihandin ku, Dr. Xalid Xoce di hilbijartinan de 56 deng bidest anîn, li pêşiya rekaberê xwe Nesir Herîrî ket, ku wî jî 50 deng bi dest anî.

Lê hilbijartina emîndarê giştî yê Hevpeymaniya Niştimanî ya Dijbereya Sûriyê di gera yekê de bi dawî nehat  û berbijêr çûn gera duyemîn.

Herwiha Haşim Mirwe wek cîgirê yekê yê serokê Îtîlafê hat hilbijartin û herdu cêgirên din di gera duyemîn de wê bên hilbijartin.

Desteya Giştî ya Îtîlafê bawerî da Hikûmeta Ehmed Tuime, her wiha bawerî da çend wezîran û Nadir Osman wek cîgirê serokê hikûmetê hat destnîşankirin.

Derbarê warê siyasî de, Hevpeymaniya Niştimanî ya Dijbereya Sûriyê însiyatîfa Rûsyê gotûbêj dike û bi aliyê wê yekê de diçe ku wê însiyatîfê red bike.