Operasyon Minbicê: 4 gundên din rizgar bûn!

Operasyon Minbicê: 4 gundên din rizgar bûn!

12:38:25

 

Rojava News: Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk û hêzên din  ku tevlî operasyona rizgarkirina Minbicê bûne,  4 gundên din ji DAIŞê standin.

Operesyona rizgarkirina bajarokê Minbicê yê Kurdistana Rojava di roja 8emîn de didome.

Li gorî agahiyan, baskê operasyonê yê li aliyê bendava Tişrînê, şevê din gundê Toqa El-Xelîl, Hecer El-Ebiyed, Sendeliya Kebîra û Hemam El-Kebîr ji rizgar kirin.

Di pevçûnên ku li wan gundan derketin de, 33 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 8 bombên destan, 6 kemberên xwekujiyê û gelek fîşek ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hatin destserkirin.