Rojava News: Çavkaniyeke ji Îtîlafa Nîştimanî ya Sûrî ragihand ku, îro wan 3 nûnerên Encumena Nîştimanî ya Kurd`ê Sûriyê (ENKS) li ser daxwaz Encumena Nîştimanî ya Kurd`ê Sûriyê (ENKS) guhertiye.
Heman çavkaniyê aşkere kiriye ku, nûnerên Encumena Nîştimanî ya Kurd`ê Sûriyê (ENKS) hatine guhertin ev in:
1 - Koman Husên – El Partî.
2 - Hêvaron Şerîf – Serbixwe.
3 - Ehmed Cimo – Partiya El Wihde.
Li dewsa Hêvaron Şerîf, Mihemed Elî Îsa hatiye diyar kirin, lê ew herdu kesên din ji aliyê Encumena Nîştimanî ya Kurd`ê Sûriyê (ENKS) ve ne hatin bi nav kirin.
Hêjayî gotinê ye ku, ENKS daxwaznameyek şandibû ji Îtîlafa Nîştimanî ya Sûrî re bi armanca guhertina nûnerên partiyên ku posta endamtiyê li ser wan hatine rakirin.
Ji aliyekî din ve Îtîlafa Nîştimanî ya Sûrî civînên xwe li bajarê Stanbul`ê bo hilbijartina serokekî nû berdewam dike.
Îtîlafa Nîştimanî 3 nûnerên ENKS`ê` guhertin
05 Çilê paşî 2015
