Heleb: El Nusra topbarankir: 5 sivîl mirî 50 jî birîndar ketine!

Heleb: El Nusra topbarankir: 5 sivîl mirî 50 jî birîndar ketine!

11:33:34

 

Rojava News: Di encama topbarana çekdarên rêxistina terorîstî  El-Nusra yê bi ser taxa Helebê 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 50 yên din jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniya Navenda çavderî û Kordînekirina Agirbesta li Sûriyeyê; di encama topbarana çekdarên  Cebhet El-Nusra bi ser bazara taxa Mîdan a Helebê 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 50 kesên din jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan ziyanek mezin gihiştiye 20 avahiyên malên sivîlan.

Çekdarên Cebhet El-Nusra di nav wan 24 demjimêrên dawî de gelek bajarokên li parêzgehên Îdlib, Latkiyê, Hema, Şam û bajarê Derayê topbaran kirin.