Operasyona Minbîcê: HSD gihan bajar!

Operasyona Minbîcê: HSD gihan bajar!

Rojava News: Hêzên Sûriya Demokratîk  gihane li ber deriyê Minbicê û xwe amade dikin da  derbasî nav bajêr bibin.

Li gorî nuçeya daketiye ser malpera Rudawê; Berdevekê Hêzên Sûriya Demokratîk Şervan Derwêş ragihand ku niha ew amade ne derbasî nav taxên Minbicê bibin.

Şervan Derwêş gotiye, lê ew ji bo parastina sivîlan lezê nakin û di dema xwe de hêzên wan dê derbasî nava bajarî bibin.

Balafirên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê jî, li ser riya Bab û Minbicê li çekdarên rêxistinê didin.

Ji aliyê din ve jî xelkê gundên Minbicê kêfxweşî in ji destê DAIŞê rizgar bûne.