Çekdarê DAIŞê yê biyanî ji Reqayê direvin!

Çekdarê DAIŞê yê biyanî ji Reqayê direvin!

Rojava News: Piştî destpêkirina operasyona Reqayê, rêxistina DAIŞê tengav bûye û bi dehan çekdarên wê yên biyanî hewl didin vegerin welatê xwe.

Bi destpêkirina operasyona rizgarkirina Reqayê re rewşa rêxistina DAIŞê her ku diçe şepirzetir dibe.

Li gorî rojnameya Telegraph, dîplomatên biyanî yên li Tirkiyê gotine, di heyama çend rojên borî de, ji nav bajarê Reqayê, ku wek paytexta DAIŞê jî tê binavkirin, “bi dehan” name, telefon û daxwaziyên çekdarên biyanî yên DAIŞê gihîştine wan.

Li gorî nûçeya Telegraphê, dîplomatan behsa naveroka wan nameya û daxwaziyan jî kirine û gotine, di wan nameyan de çekdarên DAIŞê daxwaza alîkariyê kirine da ku vegerin welatê xwe.

Di nûçeyê de hejmara wan DAIŞiyan, zêdetirî 150 kesî hatiye ragihandin.

Li gorî amarên fermî, heta niha zêdetirî 1700 çendar û endamên Fransî yên DAIŞê û 800 DAIŞiyên Almanî û Brîtanî, ku li Sûriye û Iraqê tevlî DAIŞê bibûn, vegeriyane welatê xwe. Ev jî bûye sebeba dilgiraniya rayedarên wan welatan.

Li gorî rojnameya Wall Street Journal jî, yek ji wan tiştên ku bûye sebeba azirandina çekdarên biyanî ji DAIŞê, kêmbûna îmtiyaz û mûçeyê wan e, ji ber ku beriya niha çekdarên biyanî di nav rêxistinê de xwedan îmtiyaz û mûçeyê “pir baş” bûn.