Xeta Mare û Ezazê dîsa vebû!

Xeta Mare û Ezazê dîsa vebû!

13:14:04

 

Rojava News: Sererkaniya Giştî ya Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku bi hêzên koalisyona hevpeyman re li dijî hedefên DAIŞê operasyonek pêk anîne û di encama operasyonê de xeta Mare û Ezazê dîsa vebû

Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê, hinek milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê di nava amadehiyan de bûn ku êrişî Tirkiyeyê bikin, lê hedefên wan ji terefê balafirên şerî yên hêzên koalisyona hevpayman û obusên Firtina ve hatin îmhakirin.

Di encama operasyonê de li gorî zanyariyên destpêkê 18 milîtanên terorîstên ên DAIŞê hatin kuştin, du wesayîtên aidî rêxistinê, çepereke topan û avahiyeke parastinê hatin rûxandin.

Rêxistina terorîst a DAIŞê duhî ji bajarokê Mare yê nêzî sînorê Tirkiyeyê û ji çend gundên herêmê vekişiya bû. Bi vî awayî jî dorpêça ser bajarê Kilisê ku 27 kîlometroyan dûrî bajarokê Mareyê ye hatibû şikandin. Ji aliyê din ve Amerîka di 3ê Hezîranê de çek û cebilxane bi rêya balafiran dabûn Artêşa Azad a Sûriyeyê.