Artêşa Sûriyê bi piştewaniya Rusya li Reqayê pêşve diçe

Artêşa Sûriyê bi piştewaniya Rusya li Reqayê pêşve diçe

12:10:12

 

Rojava News: Hêzên artêşa Sûriyê bi piştevaniya firokeyên Rûsyayê li rojavayê Reqa navenda şandina neftê kontrolkirin.

Hêzên artêşa hikûmeta Sûriyê, li gundewarê rojavayê Reqayê bi piştevaniya firokeyên Rûsî pêşve diçin.

Li gor agahiyan duh artêşê karîbûn navenda şandina neftê û navenda elektirîkê li Tebqa kontrol bikin.

Herwiha hat gotin bi tenê 15 km di navbera hêzên hikûmeta Esed û firokaneya Tebqayê de maye.

Balafirxaneya Tebqa heya niha di bin kontrola çekdarên DAIŞê de ye.

Ji 2 vê mehê hêzên artêşa Sûriyê bi beşdariya hêzên Siqûr Elsehra û bi piştevaniya balafirên şerî yên Rûsyayê dest bi operasyona kontrolkirina Reqa ji aliyê rojavayê wê parêzgehê kiribûn.