Tirkiye û Amerîkayê li ser Sûriyê li hev kirin

Tirkiye û Amerîkayê li ser Sûriyê li hev kirin

Rojava News: Hat zanîn ku Tirikiye û Amerîkayê li ser çawaniya perwerdekirin û fêrkirina hêzên dijbereya Sûriyê li hev kirine. Li gorî wê rêkeftinê, di nav 3 salan de 15 hezar çekdar dê bên fêrkirin û amadekirin.

 

Li gorî Ajansa Anadolu (AA), çavkaniyên dîplomatîk ên Tirkiyeyê eşkere kirine ku Enqere û Amerîkayê li ser çawaniya perwerdekirin û amadekirina hêzên dijbereiya Sûriyê li hev kirine û tê pêşbînîkirin ku ew lihevkirin vê mehê bi fermî ji aliyê her du aliyan ve were îmzekirin.

 

Di nûçeyê de hatiye gotin ku li gorî plana her du aliyan, di nav sê salan de dê 15 hezar çekdar bên amadekirin ku 1500-2000 ji wan dê li nav xaka Tirkiyeyê û beşek ji wan jî dê li Ordun û Erebistana Siûdî bên fêkirin.

 

Heta niha nayê zanîn ka hêzên çekdar ên Rojavayê Kurdistanê jî dê tevlî vê planê bên kirin yan na.

 

Beriya niha Tirkiyeyê ragihandibû, yek ji mercên wê ji bo ku tevlî Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bibe, perwerdekirina hêzên dijbereya Sûriyê ye, her wiha avakirina herêmeke tampon û qedexekirina firrîna balafirên rêjîma Sûriyê bi ser beşek ji xaka Sûriyê de jî şertên tikran bo vê yekê bûn.