Mark Tonir: wîlayetên yekgirtî pêşnyar pêşkêşî Rusya kirine ji bo bihêzkirina sîstema agir bestê

Mark Tonir: wîlayetên yekgirtî pêşnyar pêşkêşî Rusya kirine ji bo bihêzkirina sîstema agir bestê

6:42:23 PM

RojavaNews: Berdevkê wezareta derve ya Emerîka ragehand ku wîlayetên yekgirtî pêşnyar pêşkêşî Rusya kirine ji bo bihêzkirina sîstema agir bestê li deverên helebê .

Mark Tonir berdevkê wezareta derve ya emrîka ragehand ku wan hin pêşnyar radestî rusyê kirine di vê derbarê de .

Ji aliyê xwede wezîrê derve yê Rusyê sêrgî lafrof li gel hevşanê xwe yê emrîkî con kêrî di hevpeyvîneke tîlfonî de rewşa Sûriyê û karîna hemahengiyê jibo jinavbirina terorê  gengeşekirin .

Lafrof bihtir li ser pêwîstiya dûrkirina grupên çekdar yên opozsyonê yên alîgrê emrîka ji rêxistna cibhe alnisre ya grêdayî qa'îdê kir herweha herdû wezîran prisgirêkê navdewlitî yên din gengeşekrin .