11:52:09
Rojava News: Li bajarê Helebê îro bo heyama 2 rojan agirbest destpê dike.
Wezareta Berevaniya Rûsya ragihand ji bo kêmkirina şer û aramkirina rewşa dê ji aliyê wan ve li Helebê agirbest destpê bike.
Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Rûsyayê, ev agirbest dê îro destpê bike û bo dema 2 rojan bidome.
Li nav Helebê û derdora wê, şerên giran di navbera hêzên Hikûmetê û dijbereya Sûriyê de derdikevin.
Di van şeran de firokeyên Rûsya, hêzên Îranê û çekdarên Hizbulaha Lubnanî, piştevaniya hikûmetê dikin.
Ji aliyê din ve jî komên Îslamî yên tundraw weke Cebhet Elnusre û Tevgera Ehrar Elşama Îslamî piştevaniya hêzên dijbereyê dikin.
