Rojava News: Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê ragihand ku li ser asasê veguhestina desthilatê tenê ew dikarin tevlî danûstendinên ligel rêjîma Sûryê bibin`.
Pêr, 4ê Çile, Desteya Giştî ya Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê, di civîna xwe de li Stenbolê, Xalid Xoce wek serokê hevpeymaniyê helbijart. Xocê di yekemîn daxuyaniya xwe de diyar kir ku `tenê di çarçoveya veguhestina aştiyane ya desthilatê de ew dikarin bi nûnerên rêjîma Sûryê re danûstendinan bikin`.
Berî çend rojan Rûsya nêzîk 30 kesayetiyên opozisyona Sûriyê, wek kes, vexwendî hevdîtina ligel şandekê ji rejîma Sûriyê li Moskoyê kir. Ev hevdîtin jî wê 26–29ê vê mehê were lidarxistin, lê her du aliyên sereke yên mixalefeta Sûriyê, Desteya Hevahengiya Niştimanî û Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyonê, ew vexwendina Moskoyê red kirin, ji ber ku ew dixwazin ne wek kesayetî, lê wek hêz beşdarî danûtasndinên bi rêjîma Sûryê re bibin`.
