4:05:37 PM
RojavaNews: Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Emerîka diyar kir, ku firokeyên wan 32 êrîşê asîmanî li dijî DAIŞê di 24 demjimêrên bûrî de li Sûriyê û Îraqê pêk anîne.
Hevpeymaniyê di rêya daxuyaniyekê de diyar kir, ku firokeyên wan bargehên DAIŞê li derdora bajarên Minbicê ,Dêra Zorê û Mar’i bi 14 êrîşên asîamnî topbaran kirin û li gorî daxuyaniyê, ziyanên mezin gihandin rêxistina terorîst . Di daxuiyaniyê de hat, ku firokeyên navnetewî bargehên DAIŞê li Îraqê jî bi 18 êrîşên asîmanî armanc kirin.
