11:41:16
Rojava News: Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyaniyek da û ragihand ku di 24 saetên dawî de, agirbest 4 caran hatiye binpêkirin û Ceyş El-Islamê, Hereste, Hewş El-Heyat û Cobarê êrîşî Artêşa Sûriyeyê kiriye.
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê wezaretê hat kirin, Ceyş El-Islamê li Erbîl, Hereste, Hewş El-Heyat û Cobarê, êrîşî sengerên Artêşa Sûriyeyê kir.
Herwiha Ceyş El-Islam li Helebê jî agirbest binpê kir û êrîşî Henderat, Qudehîl, Emd Elxeder, Elzegra, El-Xalidiyê û balafira Neyribê kir. Heman rêxistinê li Şamê êrîşî herêmên Ceraş, Herabû Hauş, Cobar,Îbin Sînayê û gundê Meydayê kir.
Ji aliyekî din ve, daxuyaniyê diyar kir ku hejmara herêmên ku beşdarî agirbestê bûne, gihiştî 64 herêman û 6 ton alîkarî çû ji Heleb û Humsê re.
