Heleb: 5 jê zarok, 8 sivîl li Helebê hatin kuştin!

Heleb: 5 jê zarok, 8 sivîl li Helebê hatin kuştin!

12:13:53

Rojava News: Li Helebê, di encama bombebaran û pevçûnên di navbera hêzên rejîma Sûriyê û çekdarên dijbereya Suriyê de, 5 jê zarok 8 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Li navenda bajar jî balafiran, taxên El-Ensarî, El-Qatircî, Mesakin Henano, Miyesar, Suryan Cedîda, Benî Zeyid û Mercê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de, ziyanek madî gihişt malên welatiyan û zarokek mir yek jî birindar bû.

Her wiha balafiran, şevê din bajarê Bab û bajaroka El-Mehdûm ên rojhilatê Helebê jî bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de 4 zarok di nav de 7 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û gelek kesên din jî birîndar bûn.

li derdora mezreya EL-Melah a bakurê Helebê, di navbera hêzên rejîma Sûriyê û çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê de pevçûn derketin. Encamên pevçûnan nehtin hînbûn.

Çekdarên dijbereya Sûriyê jî taxên Zehra û Kolana Nîl ên Helebê topbaran kirin. Di encama topbaranê de gelek kes birîndar bûn û ziyana madî gihişt malên welatiyan.