00:18:39
Rojava News: Wezîrê Tûrîzmê yê Sûriyê Buşur Yazîcî ragihand, Hikûmeta Tirkiyê li gorî berjewendoyên xwe reftarê li gel welatên cîran dike û hewl dide armancên xwe yên siyasî û aborî li herêmê bi dest bixe.
Wezîrê Tûrîzmê yê Sûriyê Buşur Yazîcî di daxuyaniyek taybet de ji Rûdawê re got, ji destpêka kirîza Sûriyê ve yanî ji sala 2011an ve Tirkiye bi şêweyeke xirab destwerdan di nav karûbarên navxweyî yê Sûriyê de kiriye û piştgirî daye çendîn komên çekdar bo têkbirina ewlehiya Sûriyê.
Yazîcî da xuyakirin: “Tirkiye dixwaze kartên herêmî tevlîhev bike û asayişa herêmê bi rêya alîkariya terorê têk bibe û bi vê mebestê navendên taybet bi komên terorîstî li ser axa welatê xwe vekirine.”
Wî wezîrê Sûriyê amaje bi guhertina siyaseta Enqerê kir û da zanîn: “Di van demên dawiyê de Tikriyê ji nû ve pêdeçûn bi kartên xwe kiriye. Dest ji piştevanîkirina hizra terorîstî û destwerdan di karûbarên navxweyî yên welatên cîran de berdaye.”
Buşur Yazîcî behsa pêwendiyên navbera Tirkiyê û Rûsya jî kir û îdîa kir, ku êdî baweriya Moskwo bi Enqerê nayê.
Yazîcî li ser vê mijarê wiha got: “Tirkiye dest ji piştgiriya terorê berdaye, ji ber wê jî daxwaza lêborînê li Rûsya kiriye. Ew yek di demekê de ye ku piştî xistina balafira şer Rûsî li esmanê Sûriyê, Rûsya kar bi Bingeha bawerînekirin bi Tirkiyê dike.”
Yazîcî destnîşan kir: “Tirkiye neçar bûye daxwaza lêborînê bike. Pêwendiyên Moskow û Enqerê aloz bibûn. Sepandina cezaya tûrzîmî jî têra wê hebû ku Tirkiye ji helwestên xwe poşam bibe, bi tyabet ku aboriya Tirkiyê pişt bi tûrîzmê ve girê dide.”
